Mahmut Orhan DJ û hilberînerê muzîkê yê Tirk e. Di 11ê Çileya 1993an de li bajarê Bursa (Bakurê Rojavayê Anatoliya), Tirkiyê ji dayîk bûye. Li bajarê xwe, ji 15 saliya xwe ve bi awayekî aktîf dest bi muzîkê kir. Paşê, ji bo berfirehkirina asoya xwe, berê xwe dide paytexta welêt, Stenbolê. Di sala 2011an de li klûbeya şevê ya Bebek dest bi kar dike. […]